CENTCOM: 10,000 leşker beşdarî dorpêça li ser tengava Hurmizê bûne

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di ferzkirina dorpêça li ser Tengava Hurmizê de, zêdetirî 10 hezar leşker beşdar bûne. CENTCOM`ê diyar kir ku operasyonên wan di 24 saetên pêşîn de, nehiştiye tu keştî di xala dorpêçê re derbas bibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di derbarê dorpêça deryayî li ser Tengava Hurmizê li ser X`ê, daxuyaniyek da.

CENTCOM`ê eşker kir ku ji bo ferzkirina dorpêça deryayî li ser keştiyên ku ber bi benderên Îranê ve diçin, an jî ji wir derdikevin, zêdetirî 10 hezar leşker, beşdar bûne.

Fermandariyê ragihad ku di nava van 10 hezar leşkeran de, endamên Hêzên Deryayî û Hêzên Hewayî, ligel zêdetirî 12 keştiyên şer û bi dehan balafir hene.

CENTCOM: Hemû benderên Îranî di bin dorpêçê de ne

CENTCOMê diyar kir ku operasyonê, di 24 saetên pêşîn de, nehiştiye tî keştî di xala dorpêçê re derbas bibe û wiha jî, hate diyarkirin:

“6 keştiyên bazirganiyê, talîmatên hêzên Amerîkayê bi cih anîn, da ku vegerin bendera Îranê li Kendava Umanê.”

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê da xuyakirin ku ev dorpêç bêalî ye û li ser hemû keştiyên welatan ên ku dikevin bender û deverên beravên Îranê yan jî ji wir derdikevin tê sepandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye