Dîsa di navbera Îran û Amerîkayê de şer û gef dest pê bûn.
Amerîka dibêje, ji ber ku Îran azadiya keştîvaniyê li Tengava Hurmizê asteng dike, Amerîka jî vê yekê qebûl nake, lewra êrîşê dest pê kir.
Herî dawî jî CENTCOM ragihandibû ku hêzên wan çend êrîş li dijî navendên leşkerî yên Komara îslamî ya Îranê pêk anîne.
Trump: Eger Amerîka bixwaze aloziyê zêde bike wê Îran nemîne
Di heman demê de, îro Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyaniyeke li ser êrîşan belav kir.
Daxuyaniya Trump bi vî rengî ye:
“Balafirên şer ên Amerîkî wek bersiveke li hember binpêkirina peymana agirbestê, dîsa êrîşî deverên depoyên mûşek, dronan Îranê û navendên radarên peravê kirin.”
“Eger Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê biryar bide ku aloziyê zêde bike, Îran wê tune bibe.”
Îranê êrişî 8 baregehên Amerîkayê kir
Li aliyekî din, Supaya Pasdaran a Îranê jî ragihand ku wan bi mûşek û dronan 8 baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Kuweyt û Behreynê kirine armanc.
Li gorî daxuyaniya ku Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya Îranê belav kiriye, yekîneyên deryayî û asmanî yên Supaya Pasdaran, di navbera saet 02:00 û 03:00yê nîvê şevê de operasyonek pêk aniye.
Supaya Pasdaran daxuyanî da
Supaya Pasdaran da zanîn ku wan di van êrîşan de "binesaziyên leşkerî yên sereke yên Amerîkayê" kirine armanc.
Hat destnîşankirin ku Baregeha Asmanî ya Elî El-Salimê ya li Kuweytê û Biryargeha Fîloya Pêncemîn a Amerîkayê ya li Behreynê jî di nav wan binesaziyan de ne.
Supaya Pasdaran eşkere kir ku ev operasyon piştî wê yekê hat ku hêzên Amerîkayê roja yekşemê êrîşî 5 pêgehên peravê yên Îranê kiribûn.
Hêza Îranî diyar kir ku rêkarên deryavaniyê yên li Tengava Hurmizê li gorî "Peymana Îslamabadê" di bin berpirsiyariya Îranê de ne.
Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku dê keştiyên binpêker rastî "gavên ji yên berê tundtir" werin.
Her wiha Supaya Pasdaran hişyarî da ku her binpêkirina agirbestê dê "hemû pêvajoyên berdewam" ên di çarçoveya Peymana Îslamabadê de rawestîne.
Kuweyt: Parastina hewayî êrîşên mûşekên Îranê asteng dike
Kuweytê berê ragihandibû ku sîstemên wan ên parastina asmanî bersivê didin gefên "dijminane" yên bi mûşek û dronan.
Li Behreynê jî zengilên hişyariyê lê dan
Li hêla din, li Behreynê jî zengilên hişyariyê lê dan û banga xelkê hat kirin ku herin cihê herî nêzîk ê ewle.
Di 17'ê hezîranê de peymaneke di navbera Trump û Pizîşkiyan de hat Îmzekirin.
Yek ji xalên sereke ya peymanê, rawestandina êrîşan li her derê bû ku Libnan jî di nav de bû.
Tevî ku di navbera Îsraîl û Libnanê de peymaneke bi navbeynkariya Amerîkayê hat Îmzekirin jî, lê rageşiya li Libnanê her derdikeve pêş.
Ewn ji Trump dixwaze Îsraîl ji başûrê Libnanê vekişe
Herî dawiyê, Serokatiya Libnanê duh destnîşan kir ku Serokê Libnanê Jozêf Ewn, ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re gotiye ku ew hêvî dike Waşington ji bo pêşîgirtina li binpêkirinên "peymana çarçove" ya bi Îsraîlê re bibe alîkar û pabendbûna bi sozên li ser lihevkirî misoger bike.
Serokatiya Libnanê zêde kir ku Ewn ji Dewletên Yekbûyî xwestiye ku zextê li Îsraîlê bikin da ku ji herêmên başûr vekişe.
Netanyahu: Heta ku Hizbulah bêçek nebe em venakişin
Li aliyekî din Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, eşkere kir ku heta ku Hizbulah bêçek nebe, Îsraîl ji herêmê venekişe.