Şoreşa Meksîkayê 115 sal berê pêk hat

Meksîka bi merasîmên girseyî salvegera şoreşa xwe ya civakî pîroz kir. Şoreşa Meksîkayê 115 sal berê li hember dîktatoriyê dest pêk kir. Şoreş veguherî şerekî navxweyî ku di encamê de 2 milyon kes jîyana xwe ji dest dan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji bo salvegera Şoreşa Meksîkayê pîrozbahîyên girseyî yên hatin lidarxistin.

Seroka Meksîkayê Claudia Sheinbaum di merasîma li paytext Meksîkoyê de axaftinek kir.

Claudia Sheinbaum diyar kir ku Şoreşa Meksîkayê yek ji guherînên herî mezin a sedsala 20`an bû ku bi xwe re mafên civakî, serwerî û serxwebûnê anî.

Şoreşa Meksîkayê di sala 1910`an de, bi serhildana çekdarî ya li dijî dîktatorîya Porfîryo Dîaz dest pê kir.

Emîlyano Zapata li başûr û Panço Vîlla jî li bakurê welêt pêşengîya serhildanê kirin.

Şerê navxweyî 10 salan dom kir

Her wiha dîktatorî di sala1911`an de, hat hilweşandin û piştî 3 salan şerekî nû yê navxweyî dest pê kir. 

Zapata û Vîlla alîgirên şoreşeke radîkal bûn û daxwaza reforma axê dikirin.

Artêşên her du lîderan di sala 1914`an de, paytexta Meksîkoyê dagir kirin.

Lê belê hêzên xwe wekî "alîgirên destûra bingehîn" pênase dikirin, pêşî li serkeftina şoreşê girtin.  

Tevî vê jî di sala 1917`an de, destûreke bingehîn a xwedî naverokeke pêşverû hat amadekirin.

Şerê navxweyî ya di navbera hêzên cuda yên Meksîkayê de, heta sala 1920`an dom kir.

Alîgirên destûra bingehîn di şer de bi ser ketin û Panço Vîlla û Emîlyano Zapata hatin kuştin.

Berdêlên însanî ya şerê navxweyî ku 10 salan dom kir, gelekî giran bû.

Di nava wan aloziyan de, nêzîkî 2 milyon kes jîyana xwe ji dest dan.

Destkeftinên şoreşa meksîkayê

Pêkanîna reforma axê, mafên karkeran, perwerdeya ji bo hemû komên civakê û betalkirina rola polîtîk a Dêra Katolîk destkeftinên vê şoreşê bûn. 

Her wiha, bi Destûra Bingehîn a Meksîkayê dema li ser kar a serok bi 6 salan hat bisînorkirin.

Bi vî awayî jî dawî li pêkhatina dîktatorîyeke nû ji alîyê hiqûqî ve hat astengkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye