Êrîşên di navbera Rûsya û Ûkrayna de berdewam dike

Di êrîşên hevdem ên di navbera Rûsya û Ûkraynayê de 5 kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rayedarên Ûkraynayê gotin ku hêzên Rûsyayê roja pêncşemê serê sibê êrîşî paytexta Ûkraynayê, Kiyêv û bajarên din kirin, di encamê de 3 kes hatin kuştin û zêdetirî 20 kesên din jî birîndar bûn.

Her wiha Li Kiyêv, Şaredar Vitali Klitschko ragihand ku zarokek jî di nav de 2 kes hatine kuştin.

Rûsya: 2 zarok di êrîşa bi dronan de hatin kuştin

Ji aliyê xwe ve jî Rûsya ragihand ku 2 zarok di êrîşa bi dronan de hatin kuştin.

Di vê navberê de, parêzgarê herêma Krasnodar a başûrê Rûsyayê, Veniamin Kondratyev, got ku di êrîşeke giran a bi dronan, ji aliyê hêzên Ûkraynayê ve li ser bajarê peravê Tuapse duh êvarê du zarok hatin kuştin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye