Şerê di navbera Amêrîka-Îsraîlê û Îranê, di roja xwe ya 22'an de berdewam dike.
Di encama êrîşan de pir kes, sivîl û berpisiyarên mezin jiyana xwe ji dest dan û êrîşên dijwar çêbûn.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew naxwaze ev şer bidawî bibe. Ew ê şerê li dijî Îranê berdewam bike.
Trump: Amerîka pir nêzîkî armanca xwe ye
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji rojnamevanan re destnîşan kir ku ew ê êrîşên xwe li ser Îranê berdewam bike û wiha lê zêde kir:
"Ez agirbestê naxwazim. Wekî hûn dizanin, dema ku hûn aliyê din ji holê radikin, hûn agirbestê çênakin."
Her wiha Donald Trump eşkere kir ku ew bawer dike ku Îsraîl dê amade be ta ku şer bi dawî bike û wiha berdewam kir:
"Ez bawer dikim ku Îsraîl dê amade be ku şerê bi Îranê re biqedîne piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê operasyonên xwe yên leşkerî temam kir."
Her wekî din, Trump roja Înê diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pir nêzîkî gihîştina armancên xwe ye û wiha domand:
"Amerîkayê pir nêzîkî gihîştina armancên xwe ye ji ber ku ew difikirin ku hewlên xwe yên leşkerî di şerê li dijî Îranê de biqedînin."
‘Dema pîwîst bike wê neçar bin tengavê biparêzin’
Di berdewamiya axaftin xwe de Donald Trump bangewazî li welatên ku Tengava Hurmuzê kir û wiha axivî:
"Dema ku pêwîst be wê biparêzin û ewle bikin. Welatên din ên ku Tengava Hormuzê dê neçar bimînin ku wê li gorî pêwîstiyê biparêzin û çavdêriyê jî bikin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ew nake!"
Di dawiyê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump peyama xwe bi vî rengî bi dawî kir:
"Eger ji me were xwestin, em ê di hewildanên wan ên têkildarî Tengava Hurmuzê de alîkariya van welatan bikin, lê piştî ku gefa Îranê ji holê rabû, ev yek ne hewce ye."