Li eyaleta Alabama ya Amerîkayê 2 kes hatin kuştin

Li bajarê Montgomery yê Eyleta Alabama ya Amerîkayê di pevçûneke çekdarî de, 2 kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li bajarê Montgomerya ya Eyaleta Albamayê piştî lîstika futbolê di navbera Zanîngeha Tuskegee û Zanîngeha Morehouse li herêma geştiyarî ya Alabamayê buyereke çekdarî  qewimî.

Polîsên Montgomery derbarê bûyarê daxuyaniyek da û ragihandin ku di vê pevçûnê de 2 kes hatine kuştin.

Her wiha polîsan dan zanîn ku di nav kuştiyan de, jineke 43 salî û ciwanekî 17 salî hene.

Hate diyarkirin ku di vê bûyerê  de 12 kesên  birîndar bûne, rewşa 5 birîndaran xeter in û di nav wan de zarokek jî heye.

Şaredarê Montgomery Steven Reed eşkere kir ku ew hewil didin di demeke nêz de kesên sûçdar ên têkildarî  vê pevçûnê bigirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24