Li Sûdanê ji ber hezazê 1000 kesî jiyana xwe ji dest da

Li Sûdanê di encama hezazekî de gundek bi tevahî wêran bû û di encamê de zêdetirî 1000 kesî jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hêzên Piştgiriya Lezgîn ragihandin ku di hezaza mezin de gundê Tarsînê ya herêma Darfûr a rojavayê Sûdanê, bi tevahî wêran bûye.

Ji aliya xwe ve jî, Tevgera Artêşa Rizgariya Sûdanê da zanîn ku ji ber hezazê niştecihên gundê Tarsînê bi gîştî jiyana xwe ji dest dane ku hejmarên wan ji zêdetirî hezar kesî pêk dihat.

Her wiha tevgerê diyar kir ku tenê kesek ji vî bûyarê sax xelas bû ye.

Tevgerê bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo derxistina cenazeyên qurbaniyên hezazê ji bin axê alîkarî bidin.

Parêzgarê Herêma Darfûrê Minni Arko Minawi jî tiştê ku li gundê Tarsînê qewimî wekî trajediyek mirovî ku ji sînorên herêmê derbas dibe bi nav kir.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24