Wezîrê Derve yê Belçîkayê Maxime Prévost îro ragihand ku welatê wî, wê di civînên Civata Giştî ya NY'ê de li New Yorkê di meha Îlonê de, dewleta Filistînê nas bike.
Maxime Prévost zêde kir ku Belçîka di pêvajoya sepandina 12 sizayên neteweyî yên tund yên li ser Îsraîlê de ye.
Di dawiya Tîrmehê de, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî, ragihand ku welatê wî, wê di civînên Civata Giştî de ku wê ji 9 heta 23'ê Îlonê werin lidarxistin, Dewleta Filistînê nas bike.
Ji wê demê ve, zêdetirî 12 welatên rojavayî ragihandine ku ew ê biryara Fransayê ya ji bo naskirina dewleta Filistînê bişopînin.