Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku êrîşên wan ên li ser binesaziya peywendiyan, rêyên dabînkirinê, enerjî, lojîstîk û benderên Ûkraynayê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, li bajarê Kîevê navenda ronesansa peywendiyan û birêvebirina daneyan a bi navê "Cosmonova" hat armancgirtin, ku vê navendê rasterast piştgiriya ragihandinê û înternetê dida hêzên çekdar ên Ûkraynayê.
Ji aliyê din ve, wezaretê destnîşan kir ku li bajarê Odessa û herêma deryaya Reş jî derbên giran li xalên lojîstîk hatine xistin. Di nav de bendera Vilkovo ya ku ji bo veguhastina çekên Ewropî dihat bikaranîn, pireke otobanê ya li herêma Mayaki, û navendeke lojîstîk a "Nova Poshta" hatine rûxandin. Her weha hat ragihandin ku keştiyeke barhilgir a leşkerî jî li Deryaya Reş hatiye têkbirin.