Li Bolîvyayê di tesîsa leşkerî de teqîn: 2 mirî, 59 birîndar

Li bajarê Viacha yê Bolîvyayê di tesîseke leşkerî de teqîneke tund pêk hat; di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 59 kes birîndar bûn û 7 kes jî winda ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Teqîna ku 30 kîlomtereyan dûrî paytext La Pazê qewimî, bû sedema şikestina camên malên derdorê û belavbûna enkazê. Wezareta Parastinê diyar kir ku malzemeya teqiyayî fîşekên hewayî yên leşkerî bûn. Serokê Dewletê Rodrigo Paz ferman da ku lêpirsîneke zelal li ser bicihanîna protokolên ewlekariyê were destpêkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye