Serokê Rûsyayê Vladimir Putin diyar kir ku ger Ewropa daxwaza şer dike, ew ji bo vê yekê amade ne.
Vladimir Putin hêzên Ewropî bi astengkirina aştiya li Ûkraynayê tawanbar kir.
Putin eşkere kir ku daxwazên Ewropiyan yên ji bo bidawîanîna şerê li Ûkraynayê ji bo Rûsyayê nayên qebûlkirin û wiha got:
“Ewropa rê li ber aştiyê li Ûkraynayê digire û welatên Ewropî li aliyê şer in.”
Zelensky li ser vê mijarê axivî û destnîşan kir ku gotinên Putin dijwar in.
Serokê Ûkraynayê da xuyakirin ku ji ber Rûsya di şerê Ûkraynayê de bi ser neketiye, difikire sedemên cuda an jî nû bibîne da ku vî şerî bi dawî neyne.