Axios: Trump ji bo dan û standinan demeke kurt da Îranê

Malpera Axiosê ya Amerîkayê ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo dan û standinan 3 yan 5 rojan dem daye Îranê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hate ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbesta bi Îranê re dirêj kiriye.

Têkildarî mijarê Malpera Axiosê ya Amerîkayê ragihand ku Serokê Amerîkayê dê demeke kurt bide aliyên li Îranê, da ku li ser pêşniyareke hevpar li hev bikin.

Axiosê da zanîn, eger wisa nebe, Trump dê agirbesta ku sêşemê dirêj kiribû, bi dawî bike.

Sê berpirsên Amerîkayî ji malpera "Axios"ê re destnîşan kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump amade ye tenê 3 heta 5 rojên din dem bide Îranê.

Dîsa li gor heman çavkaniyê hate eşkerekirin ku Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xamineyî kêm caran pêwendiyan bi rayedarên welêt re datîne.

Ev yek jî di navbera generalên Supaya Pasdaran û danûstandinkarên sivîl ên Îranê de bûye sedema alozîyê.

Berpirsekî Amerîkayî got, "Em li Îranê di navbera leşkerî û dîplomatan de parçebûneke tam dibînin.

Ti alî ji wan nikare bigihîje rêberê bilind ku ew jî bersiva kesî nade."

Li gorî berpirsên Amerîkayê, di êrîşa Amerîka-Îsraîlê ya 28ê Sibatê ya li ser Îranê de, li gel kuştina Elî Xamineyî, Rêberê berê yê Îranê, kurê wî Mucteba Xamineyî bi giranî birîndar bûbû.

8`ê Adarê, Mucteba wekî Rêberê Îranê hat destnîşankirin.

Axios: Larîcanî dikarîbû biryaran bike yek

Berpirsên Washingtonê di wê baweriyê de ne ku ev tevliheviya li Tehranê beşek jê ji ber kuştina Elî Larîcanî, Sekreterê berê yê Encumena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ye ku di meha adarê de ji aliyê Îsraîlê ve hatibû kuştin.

Li gorî rapora Axiosê, Larîcanî ew kesayet bû ku dikarîbû biryaran bike yek.

Lê Mihemed Baqir Zulqederê ku cihê wî girtiye, nikarîbû di navbera Supaya Pasdaran û hikûmetê de hevahengiyê çêbike.

Betalkirina geşta JD Vance

48 demjimêrên borî ji bo Koşka Spî gelekî bêzarker bûn, bi taybetî jî ji bo Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance ku ji bo geşta Îslamabadê xwe amade kiribû da ku serkêşiya gera duyem a gotûbêjan bike.

Balafira "Air Force Two" bi saetan li ser pîsta Balafirgeha Andrewsê amade bû.

Lê dema eşkere bû ku Supaya Pasdaran rê nade Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf biçin Pakistanê, geşt hat betalkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye