Pergala deng ya li balafirgehên Kanada û DYA hatin hakirin

Pergala hoparlorê yên li balafirgehên Kanada û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatin hakkirin. Hakerên ku kontrola pergala deng bi dest xistin ji hoparloran pesnê Hamasê dan û Trump rexne kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hat ragihandin ku hakeran li çar balafirgehan; 3 li Kanadayê û yek jî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka yê pergala deng xistne bin kontrola xwe.

Hat diyar kirin ku hakeran bi şewazekî pergala hişyariya lezgîn ya balafirgehan xistine bin kontrola xwe û bi vî şeklî qeydeke deng li ser pergala deng weşandine.

Ji aliyê rayedaran ve hat eşkerekirin ku ev bûyer li ser rewşa rewîyan û balafirgehê ti xeterî avanekiriye tenê bûye sedem ku hin seferên balafiran bê taloqkirin. Piştî bûyerê rayedar dîsa pergala deng xistine bin kontrola xwe û rewş asayî bûye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye