Salvegera şehîdbûna Jîna Emînî nêz dibe ku serhildanek li tevahî cîhanê bi xwe re anî û ew serhildan bi navê şoreşa keziyan yan jî serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” hatibû naskirin
Şîrovekara siyasî Rojîn Mukriyanî, ku ew bi xwe yek ji damezrênerên vê akademiyeyê, peyamek belav kir.
Di peyama xwe de Rojîn Mukriyanî got: “Di roja 16’ê Îlonê di salvegera şehîdbûna Jîna Emînî de, bi armanca bi hev re fêr bibin, azadiyê xeyal bikin, Akademiya Jîna dê were vekirin.”
Li gel vekirina Akademiyê, bi amadebûna çend akademisyen û çalakvanan wê gotûbêjek were lidarxistin.
Di dawiya peyamê de, Rojîn Mukriyanî da zanîn ku wê guftûgo li gorî dema Îranê di saet 17:30’an de, her wiha li gorî dema Toronto saet 10:00’an de were lidarxistin.