Berdevka Koşka Spî: Dan û standinên bi Îranê re berdewamin

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê ragihand ku ji bo dirêjkirina agirbesta demkî ya bi Îranê re dan û standinên dijwar hîn jî didomin û civîn "berhemdar" derbas dibin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

 

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê di konferanseke rojnamegeriyê de daxuyanî li ser rojeva Îran û nûçeyên derbarê dirêjkirina agirbesta demkî da.

Karoline Leavittê li ser nûçeyên ku digotin wan bi awayekî fermî daxwaza dirêjkirina agirbestê ji Îranê kirine, axivî û got:

 

Karoline Leavittê: me ji Îranê nexwestiye ku agirbestê dirêj bike

 

“Îro min hinek nûçe dîtin ku em bi awayekî fermî daxwaza dirêjkirina agirbestê dikin.

Ev ne rast e.

Niha em bi awayekî dijwar van dan û standinan didomînin.

Hevdîtin bi awayekî berhemdar didomin.”

Leavittê amaje bi daxuyaniyên dawî yên Serokê Amerîkayê Donald Trump kir û diyar kir ku pêvajo bi awayekî erênî dimeşe û wiha anî ziman:

“Em li ser îhtimala peymanekê geşbîn in.

Serok duh di hevpeyvîna xwe de behsa vê yekê kir.”

Karoline Leavittê destnîşan kir ku navbeynkariya Pakistanê didome û ew ji rola Îslamabadê ya heta niha gelekî razî ne û da zanîn ku ew dixwazin Pakistan di paşerojê de jî vê rola navbeynkariyê bidomîne.

Leavittê rave kir ku dan û standinên bê bi îhtimaleke mezin dê li Îslamabadê bên lidarxistin.

 

Karoline Leavittê: Çînê çek nedane Îranê

 

Berdevka Koşka Spî diyar kir ku Pekînê di vê pêvajoyê de çek nedane Tehranê û wiha anî ziman:

“Serokê Çînê Xi Jinping ji Trump re garantî da ku wan di dema vê pevçûnê de çek nedane Îranê.”

Leavittê her wiha li ser mijara ku dê dorpêça Amerîkayê ya li ser benderên Îranê çi qas bidome tu demên diyar eşkere nekirin.

Wê destnîşan kir ku biryara di vê mijarê de bi temamî di destê Trump de ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye