Trump li Qesra Spî ji rojnamevanan re got: "Me civîna bi Serok Putin re betal kir. Min hîs kir ku em ê negihîjin encamên berbiçav."
Trump anî ziman ku li hember danûstandinên rawestiyayî neraziye û got: "Bi rastî tiştê ku ez dikarim bêjim ev e. Her cara ku ez bi Vladimir Putin re diaxivim, ez sohbetên baş dikim û piştre tiştek çênabe."
Trump hêvî kir ku ev tedbîr dê demkî bin û dê Pûtîn bi ser hişê xwe ve bînin.
Wezîrê Xezîneyê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Scott Besant roja çarşemê ragihand ku wan cezayên nû li dijî du şîrketên mezin ên petrolê yên Rûsyayê ferz kirine û ew bidawîneanîna şerê Rûsyayê yê bêwate şermezar dikin.
TRUMP: AMERÎKA DESTÛR NEDAYE KU ÛKRAYNAYÊ MÛŞEKÊN DÛRAVÊJ BIKAR BÎNE
Serokê Amerîkayê Donald Trump nûçeya Wall Street Journalê ku digot destûr hatiye dayîn ku Ûkraynayê mûşekên dûravêj bikar bîne, red kir.
Trump îdia kir ku ti eleqeya Dewletên Yekbûyî bi vê yekê re tune ye.
Serfermandariya Giştî ya Ûkraynayê li ser medyaya civakî ragihand ku hêzên wan roja sêşemê mûşekek krûz a Brîtanî Storm Shadow bikar anîne. Serfermandariyê got ku wan kargeheke Rûsî ya bajarê Bryansk ku teqemenî û sotemeniya roketan hildiberîne kirine armanc.
Li gorî Wall Street Journalê, operasyon wekî êrîşeke serketî hat binavkirin û parastina hewayî ya Rûsyayê derbas kiriye.