Hikûmeta Yemenê daxwaza vekişîna bilez kir

Hikûmeta naskirî ya Yemenê ku ji aliyê Siûdiyê ve tê piştgirîkirin, li welêt rewşa awarte ragihand. Hikûmetê 24 demjimêr da hêzên Îmaratê ji bo ji Yemenê vekişin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev çend roj in rageşiya di navbera Îmarat û Yemenê de derketiye holê.

Herî dawiyê jî, Hikûmeta naskirî ya Yemenê ku ji aliyê Siûdiyê ve tê piştgirîkirin, li welêt rewşa awarte ragihand.

Her wiha Hikûmetê 24 demjimêr da hêzên Îmaratê ji bo ji Yemenê vekişin.

Ev yek piştî wê yekê hat ku cudaxwazên başûrê Yemenê yên ku Abû Dabî piştgiriya wan dike, sînorekî berfirehtir kontrol kir.

Serokê Encûmena Serkirdayetiya Serokatiya Yemenê Reşad Elîmî, daxuyaniyek belav kir û li seranserê Yemenê ji bo 90 rojan rewşa awarte ragihand.

Rewşa awarte wê ji îro ve dest pê bike.

Reşad Elîmî daxwaz ji hemû hêzên Îmaratê kir ku di nava 24 demjimêran de axa Yemenê biterikînin.

Di heman demê de, dorpêçkirinek hewayî, deryayî û bejahî li ser deriyên sînor û bendergehan hat ferzkirin.

Ev biryar wekî bertekekê li hemberî pêşveçûna bi lez a hêzên cudaxwaz ên Encûmena Veguhêz a Başûr (STC) hat ku ji aliyê Îmaratê ve tê piştgirîkirin.

Di vê mehê de, STC her du parêzgehên Hezremewt û Mehreyê yên li rojhilatê Yemenê kontrol kirin.

Bi vê yekê re, hema bêje hemû dever ketin destê wan ku beriya yekbûna welêt a sala 1990î, wekî Komara Demokratîk a Gel a Yemenê dihat naskirin.

Vê gavê aloziyeke tund di navbera Hevpeymaniya Erebî ya bi serkêşiya Siûdiyê ya li dijî Hûsiyan de çêkir.

Erebistana Siûdî got ku ewlehiya neteweyî ya wê xeta sor e

Siûdiye piştgiriya Encûmena Serkirdayetiya Serokayetiyê dike ku ji aliyê civaka navneteweyî ve wekî hikûmeta rewa ya Yemenê tê naskirin.

Siûdiyê hişyarî daye ku dê bersiva bi lez bide her bipêşketinekê ku ji aliyê Encûmena Veguhêz ve bê kirin û daxwaza vekişîna lezgîn kir.

Îmarat: Em tevlî aloziya li Yemenê nabin

Li aliyekî din Îmarata Erebî ragihand, ew bi tundî red dikin ku navê wan tevlî aloziya di navbera aliyên Yemenî de bibe.

Wezareta Karên Derve ya Îmarata Erebî piştî operasyona "sînordar" a Hevpeymaniya Ereban a li Bendera Mukelayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em pêbendbûna xwe ya bi ewlehî û aramiya welatê bira Erebistana Siûdî û rêza xwe ya ji bo serweriya wê tekez dikin."

Hat destnîşankirin ku hebûna Îmaratê ya li Yemenê li ser daxwaza hikûmeta rewa û di çarçoveya Hevpeymaniya Ereban de ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye