Somalîland li bakurê rojavayê Somalyayê ye û li bakurê rojhilatê parzemîna Afrîkayê dikeve, paytexta wê Hargeisa ye.
Rûbera Somalîland nêzîkî 175 hezar km kabe.
Li başûr û rojava bi Etiyopyayê, li bakur-rojava bi Cîbûtiyê, li bakur bi Kendava Adenê û li rojhilat bi dewleta Somalyayê ya Puntlandê ve sînordar e.
Somalîland xwedî Beraveke 740 km ye.
Li ser Kendava Adenê ye û li cihê ku Deryaya Sor û Okyanûsa Hindî digihîjin hev e.
Ji aliyê xeta bazirganiyê de cihekî stratejîk û kirêtîk digire, ji ber vê yekê bendera bi salan bûye navenda pêşbaziya herêmî û navneteweyî.
Di sala 1991an de ji Somalyayê veqetiya ye, lê ji aliyê ti welatekî ve nehatiye naskirin..
Herêmê di sala 2001an de yekem referandûma xwe ya destûrî li dar xist.
Dengdêran ji sedî 97.1 deng dan ji bo veqetandina dawî ya Somalîlandê.
Somalîland xwedî pereyê xwe yê taybet, artêş, hêzên polîs û sîstemeke komarî ye.
Ji serok komar, hikûmet û parlementoyek du-odeyî (Meclisa Nûneran û Senato) pêk tê.
Her yek ji wan 82 endamên wê hene.
Nifûsa herêmê tê texmînkirin ku di navbera 3.5 û 6 milyon de ye.
Eşîrên Isaaq, Dir û Darod kevirên bingehîn ên avahiya wê ya civakî pêk tînin.
Gelê Somalyayê li gel zimanê Erebî, bi zimanekî Hamîtîk diaxive.
Bi tevahiya xelkê wê Misliman in.
Somalîlanda Îtalyayê û Somalîlanda Brîtanî di sala 1960an de bûn yek û Komara Somalyayê ya serbixwe ava kirin.
Adam Abdullah Osman serokê wê yê yekem hat hilbijartin.
Somalîland bi tecrîda navneteweyî û şerên nasnameyê yên tevlihev re rû bi rû ye.
Her çend di asta navneteweyî de Somalîland nehatibe naskirin jî, lê aramiyek nisbî jiya ye.
Berevajî şerê navxweyî yê ku li Somalyayê heye.
Bi sûdwergirtina ji vê aramiyê, hikûmeta Somalilandê karîbû piraniya binesaziya herêmê ji nû ve ava bike, yê ku ji ber şerên bi salan zirar dîtibû.
Hefteya borî, Îsraîl yekem welatê ku bi fermî Komara xweser a Somalîlandê nas kir.
Naskirina Îsraîlê dikare deriyên nû Somalîlandê veke, lê di heman demê de di herêmekê de ku ji hêla jeopolîtîk û aborî ve pir hesas e, aloziyên berfirehtir diafirîne.
Yekser Misirê naskirina Îsraîlê red kir û idîa kir ku Somal û Somalîland axeke û piştgirîyê didin perçenekirina wê.
Brîtanya red dike Somalîlandê wekî dewletek serbixwe nas bike
Hikûmeta Brîtanî got ku ew serxwebûna Somalîlandê, herêmek veqetandî ya Somalyayê, nas nake û piştgiriya xwe ji bo serwerî û yekparçeya axa Somalyayê ji nû ve tekez kir.