Kîm Cong-Un: Em ê hêza xwe ya nukleerî xurttir bikin

Serokê Koreya Bakurî, Kîm Cong-un, ragihand ku welatê wî ji ber zêdebûna gefan dê hêza xwe ya nukleerî xurttir bike.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Koreya Bakurî ji aliyekî ve bi Amerîkayê re ji bo hilberandina çekên nûklerî dan û standinan dike, ji aliyekî din ve jî hilberandina xwe ya çekên nûklerî berdewam dike.

Serokê Koreya Bakurî, Kîm Cong-un, di serdana dezgeheke nukleerî de diyar kir ku ji ber zêdebûna gefan, ew ê bernameya xwe ya çekên nukleerî firehtir bikin.

Li gorî ajansa KCNA'yê, Cong-un da zanîn ku di 5 salên dawî de hilberandina maddeyên nukleerî yên leşkerî duqat zêdetir bûye.

Li gorî pisporan, dezgeha ku Cong-un serdana wê kiriye, pir gengaz e ku bibe navenda dewlemendkirina uranyûma nû.

Li ser dan û standinên bi Amerîkayê re, Koreya Bakurî ev tişt eşkere kir:

"Em amade ne dan û standinan bi Amerîkayê re bikin, lê em yekcarî dev ji çekên kukleerî bernadin".

Koreya Bakurî, di sala 1993'yan de, ji peymana pêşîgirtina li belavbûna çekên nukleerî vekişiya.

Ji wê demê ve, wê 6 ​​taqîkirinên nukleerî û gelek taqîkirinên fuzeyên balîstîk pêk anîne.

Pyongyangê di sala 2022'yan de ragihand ku ew ê ti carî ji hêza xwe ya nukleerî paşde venegere.

Koreya Bakurî bi zêdekirina şiyana nukleerî armanc dike ku destê xwe di dan û standinên navdewletî de xurt bike.

Pispor dibêjin ku bi dehan serikên nukleerî li Koreya Bakurî hene û hikûmet vê hêzê li dijî destwerdanên biyanî her zêdetir dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye