Duh li başûrê rojavayê Meksîkayê seat 07:58 bi dema herêmî erdhejek qewimî.
Dema ku zingilên Hayedarkirinê lêdan, serok Claudia Sheinbaum di dema civîna xwe ya çapemeniyê ya sibê ya asayî de neçar ma ku ji qesra serokatiyê derkeve.
Sheinbaum diyar kir ku navenda erdhejê bi qasî 230 kîlometreyan dûrî bajarê Meksîko ye.
Her wiha Sheinbaum got ku raporên destpêkê nîşan didin ku li bajarê Meksîko ti ziyanên mezin çênebûne.
Hat ragihandin ku di encama erdhejê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîdar bûn.
Di hemanê de, hat zanîn ku nêzî 50 xanî jî bi tevahî wêran bûne.
Di 19ê Îlona 1985`an de, li Meksîkayê erdhejek bi pileya 8.1qewimî, di encama wê de 13 kes jiyana xwe ji dest dan