Di êrîşa Rûsyayê ya li ser Odessayê de 10 kes birîndar bûn

Berpirsekî Ûkraynayê ragihand ku di encama êrîşa Rûsyayê de 10 kes birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji aliyê xwe ve, serokê rêveberiya leşkerî ya li Odessayê, Sîrhî Lîsak bi rêya hesabê xwe yê Telegramê got ku êrîşên li herêma Primorskyê ya navendî ziyaneke mezin dane.

Her wiha avahiyên niştecihbûnê, otêl û tesîsên navenda bajar jî ziyan dîtin.

Sîrhî Lîsak zêde kir ku piraniya birîndaran li wê herêmê bûn û şeveke pir dijwar bû.

Odessa, bajarekî geştiyariyê li ber Deryaya Reş û navendeke girîng a hinardekirinê ya Ûkraynayê ye.

Odessa di dema şerê zêdeyî 4 salann de, gelek caran ji aliyê Rûsyayê ve rastî êrîşan hatiye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye