Amerîka êrîşî 3 keştîyên qaçaxçîtiya narkotîkê kir

Hêzên Amerîkî ragihandin ku wan êrîşî sê keştîyên ku bi bazirganiya narkotîkê ve girêdayî ne, kirin. Di encamê de, 8 kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Amerîkayê da xuyakirin ku ev êrîş li Okyanûsa Pasîfîk pêk hat.

Fermandariya Başûr ya Amerîkayê (Southcom), eşkere kir ku agahiyên îstîxbaratê, piştrast kirin ku keştîyên navborî, di rotayên naskirî yên ku ji bo qaçaxçîtiya narkotîkê li rojhilatê Pasîfîkê de bûn.

Fermandariya Başûr tekez kir ku keştî bazirganîya narkotîkê dikirin.

Rojnameya Le Figaro, diyar kir ku ji destpêka Îlonê ve, Amerîkayê herî kêm 26 keştiyên ku bazirganiya narkotîkê, li Karayîb û rojhilatê Pasîfîkê dikin, hedef girtine.

Herî kêm 95 kes, di van operasyonan de, hatine kuştin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye