Şandeya Îmraliyê ya DEM Partîyê di çerçoveya qonaxa duyemîn ya pêvajoyê de, dest bi serdana partiyan kir.
Şandeya Îmralıyê ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol pêk tê, bi Partiya Gelecekê re civiya.
Hevdîtin li navenda partiyê, bi Serokê Giştî Ahmet Davutoglû re pêk hat.
Perwîn Buldan: Em ê bi Erdogan re bên gel hev
Piştî hevdîtina ku seatek dom kir herdu alî derketin pêşberî kamerayan û daxuyaniyek dan.
Endama Şandeya DEM Partiyê Pervîn Buldanê got, hevdîtina wan erênî derbas bûye û dibêje, “Qonaxa 2'yemîn derxistina qanûnên aştiye ye.
Me li ser vê yekê xwest birêz Davutoglu jî piştgiriya vê pêvajoyê bike.
Piştî partiyên siyasî em ê birêz Serokkomar re jî hevdîtin bikin. Piştre em ê serdana Girava Îmraliyê bikin û encamên van hevdîtinan û parve bikin.”
Davutogu: Pêvajo hêdî dimeşe
Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu jî diyar kir ku ew qonaxeke kirîtîk de ne û xwest hemû alî berpirsyariya xwe bi cih bîne.
Davutoglu destnîşan kir ku pêvajoya çareseriyê hêdî dimeşe û wiha got, “Li Tirkiyeyê divê mafê hemû zimanan parastî be, zimanê Kurdî jî di nav de.”
Şande 20'ê Kanûnê wê bi AKP'ê re bê gel hev
Her wiha Hat ragihandin ku Şandeya Îmraliyê wê di 20'ê Kanunê
seat 14:00'an de li parlementoyê bi AKP'ê re jî re hevdîtin bike.
Şanda Partiya DEM'ê heta niha bi Partiya DEVA, MHP û Partiya Pêşerojê re hatiye gel hev.
Civîna ku hatibû plankirin bi CHP re pêk bê jî hatiye taloqkirin.