Li Îranê êrîşên çekdarî pêk hatin

Sibeha Sêşemê di 16ê Kanûnê de, li Îranê li parêzgehên Sîstan û Belûçistan û Kermanê êrîşên çekdarî çêbûn. Rapor nîşan didin ku di êrîşên li ser van parêzgehan de hejmarek ji hêzên leşkerî hatine kuştin û birîndarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li parêzgeha Kermanê, êrîşeke çekdarî li ser hêzên leşkerî li bajarên Îranşehr û Fehrecê pêk hat.

Li gorî agahiyan, kesên çekdar li Kolana Keşawerz a Îranşehrê êrîşî sê wesayîtên dewriya leşkerî kirine.

Di encama vê pevçûnê de hejmarek leşker hatine kuştin û birîndarkirin.

Di heman demê de, li eksena Zahidan  Fehrecê û xaleke kontrolê ya li deriyê bajarê Fehrecê ya parêzgeha Kermanê, pevçûneke din a dijwar di navbera hêzên leşkerî û kesên çekdar de çêbû.

Kampanyaya Çalakvanên Belûç, hejmara kuştiyên vê pevçûnê ragihand.

Hate diyarkirin ku di pevçûnê de herî kêm çar hêzên leşkerî hatine kuştin, ku sê ji wan ji Daîreya Îstîxbaratê bûn.

Nasnameya yek ji miriyan, Seîd Hadî Pûr ji hêzên Feracayê û niştecihê Fehrecê ye ku ji aliyê Kampanyaya Çalakvanên Belûç ve hatiye piştrastkirin.

Her wiha Fermandariya Hêza Quds, hêza bejahî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê, der barê vê pevçûnê  de duyaniyek weşand.

Li gorî duxuyaniya Hêza Quds, di vê êrîşê de sê endamên ewlehiyê û sivîlek hatine kuştin.

Heta niha, tu komê berpirsiyariya êrîşên Îranşehr û Fehrecê negirtiye ser xwe.

Li Sîstan û Belûçistanê êrîşek li ser wesayîtên polîsî pêk hat

Her wiha roja Çarşemê piştî nîvro di 10'ê Kanûnê de  pênc wesayîtên polîs û îstîxbaratê li navçeya Lar a Parêzgeha Sistan û Belûçistanê rastî êrîşeke çekdarî hatin.

Çekdaran rêwiyên wan wesayîtan kirin hedef.

Di 11'ê Kanûnê de, komeke nû bi navê "Eniya Şervanên Gel" bi weşandina daxuyaniyekê berpirsiyariya êrîşa li ser hêzên leşkerî ya li navçeya Lar girt ser xwe.

"Eniya Şervanên Gel" roja Çarşemê, 10'ê Kanûnê  bi yekkirina çend partî û komên siyasî yên Belûç, damezrandina xwe ragihand.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye