Federasyona Navneteweyî ya Futbolê (FIFA) alîgirên tîma futbolê ya Zaxo wek alîgirên herî baş ên cîhanê ya sala 2025`an destnîşan kir.
Bi boneya serkeftina Tîma Zaxoyê peyamên pîrozbahî hatin belavkirin.
Bafil Talebanî: Serkeftina tîma Zaxoyê destkeftiyeke dîrokî ye
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî Serkeftina tîma Zaxoyê pîroz kir û wiha got:
``Ez ji dil pîrozbahiyeke germ li alîgirên Zaxoyê dikim
Ev serkeftina tîma Zaxoyê destkeftiyeke girîng û dîrokî ye.
serkeftina Tîma Zaxoyê berhema yekdengî û yekrêziya gelê Kurdistanê ye.``
Nêçîrvan Barzanî: Alîgirên Zaxoyê bûn şanaziya kurdistanê
Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, alîgir û birêvebirên tîma Zaxoyê pîroz kir û got:
``We bi coş û şêwaza xwe ya şaristaniyane ya piştgiriyê, stadyuma xwe kir tabloyek hunerî ya bedew û peyama aştîyê. We hezkirin û jiyandostiya gelê Kurdistanê gihand cîhanê.
Ez hêvîdar im hûn her tim wekî pêşeng bimînin û bibin piştgirekî bihêz ji bo pêşketina werzîşê û bilindgirtina navê Kurdistanê.``
Qubad Talebanî: Ev serkeftin berhema hevgirtina gelê Kurdistanê ye
Alîkarê Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Qubad Talebanî jî peyameke pîrozbahiyê belav kir û alîgirên Zaxoyê pîroz kirin û wiha lê zêde kir:
``Pîroz be li Zaxoya delal û pîroz be li hemû Kurdistanê.
Ev serkeftin berhema hevgirtin û piştevaniya Gelê Kurdistanê ye.
Ez hêvîdarim ku ev hesta pîroz a hevsozî û yekdengiya di nav xelkê Kurd de, derbasî nav siyasetê jî bibe ji ber ku rêya rast ev e da ku gelê me ber bi destkeftiyên mezintir ve gavan biavêje.``
Mesûd Barzanî: Ev nasnavê cîhanî yê FIFA`yê li gelê kurdistanê pîroz be
Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî jî bi rêya telefonê pîrozbahî li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê kir.
Barzanî dilxweşiya xwe ji bo vê serkeftinê nîşan da û ev nasnavê cîhanî yê FIFA`yê li tevahiya gelê Kurdistanê pîroz kir.
Mesrûr Barzanî alîgirên tîma Zaxoyê pîroz kir
Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî peyameke pîrozbahiyê belav kir û got:
``Ez bi boneya bidestxistina xelata FIFA`yê pîrozbahiyeke germ li alîgirên dilsoz ên Zaxoyê dikim.
Ev ji bo werzîş û alîgiran li seranserî kurdistan û îraqê serkeftineke mezin e.``