Barcelona Osasuna têk bir

Barcelona di hefteya 34`emîn a La lîgayê de, êvara şemiyê Osasuna 2-1 têk bir û ji şampiyoniya La Liga ya Spanyayê tenê bi xalekê dûr ma.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Barcelona, di deqeya 81'emîn de, bi gola Robert Lewandowski pêş ket û Ferran Torres jî di deqeya 86'emîn de gola duyemîn avêt.

Lîstikvanê Osasuna, Raul Garcia jî di deqeya 89'emîn de yekane gola tîma xwe anî.

Barcelona, puanên xwe gihandin 88'an, pêşengiya xwe domand û bi 14 puanan li pêş Real Madrid e.

Ji aliyê din ve, puanên Osasuna di 42`an de ma û ew di rêza dehemîn de cih digire.

Real Madrid, di heman demê de, wê îro bi Espanyol re were beramberî hev.

Eger Real Madrid, Espanyol têk bibe, ji bo Barcelona wê bes be ku di Clasico ya 10`ê Gulanê de wekhev ji maçê derkeve yan jî bi ser bikeve, da ku şampioniyê bi awayekî fermî bi dest bixe.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye