Lezgin

Girîngiya meşê û xeteriya kêmbûna tevgerê

reset font size increase font size

Yek ji sporên herî girîng û hêsan ji bo tendrustiya mirovan meş e, ku dikare rojane bike bêyî hewcedariya bi çûyîna hola sporê.

Li cem microvan tevî ku çalakiyek biçûke lê bandoreke mezin li ser tendrustiya  pergala nefsê û gewde dike.

 Di civakê de piştguhkirina meşê û rûniştina bi demên dirêj dibe sedema gelek nexweşiyên dem dirêj û ev pirsgirêk roj bi roj zêde dibe.

Girîngiya meşê ji bo tendirûstiyê

* Meşa bi rêk û pêk dewreya xwînê baştir dike û masûlkeya dil xurt dike.

* Deşta kolistrola bi zirar (LDL) kêm dike û kolistrola baş (HDL) bilind dike.

* Xeteriyên  di ketina nexweşiyên dil û mejî de kêm dike.

* Rêjeya şekir di xwînê de bi rêk û pêk dike, kesên bi nexweşiya kolistolê tevgera  meş ji wan re      girîng e.  

* Qelsiyên hestiyan kêm dike û wan xurt dike, li cem kesên temen mezin hişkbûna mefselan kêm dike û nermbûna wan baş dike.

* Meş dibe alîkar ku bezên zêde yên laş bên şewitandin û senga masûlkeyî li hember dûhnan zêde dike.

* Hermona kêfxweşiyê weke Endrofînê bi destdixe, ku ev hormon strês û îktîabê kêm dike û alîkariya pîskolojiyê û mejî dike.

* Hêza bedenê xurt dike û dihêle ku pişik bêtir karibe Oksijînê bi dest bixe.

Tevî giringiya meşê rojane di jiyanê de û fêdeyên wê li ser beden û tendirûstiyê, lê kêmbûna pêkanîna wê jî dibe sedema nexweşî û xeteriyan.

Heger tevger û meş kêm be wê çi bibe?

Rûniştina zêde û kêmbûna  tevgerê û meşê zexta xwînê bilind dike, dûhinên bi zirar  li derdora dil û damaran zêde dibin, qelewbûna zêde, qelsiyî di mefsel û hestiyan de, sedema ketina bi nexweşiya şekir, zêdebûna îktîab û tengeyên xew, zêdebûna bi ketina nexweşiya perxîna damaran û wefata bi temenekî piçûk.

Lêgerînên bijîşkî îsbat kirin ku kesê ku spora bedenî nakin û tevgera wan jî kêm be xeteriya wan a mirinê zêdetir dibe.

*Gelo qet bala we kişandiye ku kesê sporî dikin zû bi zû nakevin û tendirûstiya wan pir base!

Pêşniyarên Tendirustî

* Rêxistina Tenduristiya Cîhanî pêşiniyar  dike ku rojê 30 xulek ji meşa bi lez  yan  jî li hember wê 150 xulek di hefteyê de bimeşe.

* Di demên kar de wextê navberan bi meşek biçûk derbas bike.

* Di derketina deverên nêz de dewsa erebeyan bi meşê biçin.

* Bikaranîna  spora meşê  li deverên xwezayî ji bo kêfxweşiyê û bihin fereh bibe.

(Agahdariyek bijîşkî)

Di rojê de 10 xulek meşa berdewam dikare cudahiyekê xuya  di tenduristiya dil û rûhiyeta giştî de çêke.

Aya Ehmo

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24