Li gorî raporên medyayê, nûnerê taybet ê Donald Trump ji FIFA'yê re pêşniyar kiriye ku Îtalya di Kûpaya Cîhanê ya îsal de şûna Îranê bigire.
Lê FIFA'yê ev pêşniyar red kiriye.
Piştî şerê Amerîka-Îsraîlê bi Îranê re, guman li ser beşdarbûna Îranê di Kûpaya Cîhanê de derketine holê.
Nûnerê taybet ê Amerîkî Paolo Zampoli ji Financial Times re wiha got:
"Ez piştrast dikim ku min ji Trump û Serokê FIFA'yê Gianni Infantino re pêşniyar kiriye ku Îtalya di Kûpaya Cîhanê de şûna Îranê bigire.
Ez bi nijada xwe Îtalî me û xewna min ew e ku tîma Azzurri di pêşbirkeke ku ji hêla Amerîkayê ve tê lidarxistin de, bibînim.
Bi çar şampiyoniyan, ew heq dikin ku li wir bin."
FIFA'yê bi fermî bersiva pêşniyarê nedaye.
Lê wê şîroveyên serokê xwe yên hefteya borî wekî "tîma Îranê bê guman dê were" bi nav kir.
Balyozxaneya Îranê: Pêşniyara Zampolli îflaseke exlaqî ya Amerîkayê ye
Li aliyeki din, Balyozxaneya Îranê li Romayê pêşniyara Zampolli wekî nîşaneyeke "îflasa exlaqî" ya Amerîkayê bi nav kir.
Balyozxaneyê di peyamekê de li ser X'ê wiha nivîsand:
"Îtalyayê mezinahiya xwe ya futbolê li qadê bi dest xistiye, ne bi saya tawîzên siyasî.
Amerîka ji hebûna 11 ciwanên Îranî li ser qadê ditirse."
Rojnameya Financial Timesê ragihand ku ev pêşniyar ji bo kêmkirina rageşiya di navbera Amerîka û Îtalyayê de hatiye kirin.
Îtalya, ku çar caran şampiyona cîhanê ye, piştî ku meha borî di play-offan de li hemberî Bosna û Herzegovînayê bi bin ket, ji bo cara sêyemîn nekarî beşdarî Kûpaya Cîhanê bibe.