Serokê Federasyona Futbolê ya Îtalyayê îstifa kir

Piştî ku Îtalya cara sêyemîn li pey hev nekarî beşdarî kûpaya cîhanê bibe, Serokê Federasyona Futbolê ya Îtalî Gabriele Gravina ji ber ne razîbunên siyasî îstifa kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Federasyona Futbolê Ya Îtalî Gabriele Gravina ji ber ne razîbunên siyasî Îstifa Kir.

22'ê Hezîrana 2026 wek dîroka hilbijartina serokê nû yê Federasyona Futbolê ya Îtalyayê hat diyarkirin.

Biryara Gravina dikare bibe sedema îstifaya serokê taximê Neteweyî yê Îtalyayê Gennaro Gattuso.

Wezîrê Werzîşê yê Îtalyayê Andrea Abodi banga ji nû ve avakirina berfireh a serokatiya Federasyona Futbolê ya Îtalyayê kir piştî du kampanyayên pêşbirkên Kûpaya Cîhanê yên Gravina.

Şansê Îtalyayê ji bo beşdarbûna tûrnûvaya ku li Amerîka were lidarxistin, piştî li hember Bosna Hersek di fînala play-offê ya Ewropayê de bi penaltiyan têk çû, bi dawî bû.

 

Buffon piştî têkçûna Îtalyayê ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2026'an îstifa kir 

 

Piştî Federasyona Futbolê Ya Îtalya yê lîstikvanê berê yê efsanewî û koordînatora giştî yê taximê Neteweyî ya Îtalyayê, Gianluigi Buffon,peyamek xatirxwestinê ya hestyar weşand û îstifaya xwe ragihand.

Buffon li ser hesabê xwe yê X,daxuyaniyek da û got

''Piştî bidawîbûna maça Bosna Hersekê biryarek ku ji hundirê min hat mîna hêstirên min û êşa di dilê min de, ez dizanim ku ez vê yekê bi we hemûyan re hîs dikim.

Ji ber ku tevî baweriya min a xurt ku me di warê ruh û moralê taximê de gelek tişt ava kirine, tevî rahêner Gattuso û ji bo me hemî ya  armanca sereke ya demkurt a taximê Netewî vegerîne Kûpaya Cîhanê û me nekarî vê yekî bi dest bixin.''

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye