Malpera fermî ya Federasyona Futbolê ya Ewropayê vîdyoyeke ji namzedên xelata Lîstikvanên Hefteyê re weşand.
Di vîdyoyê de, hin lîstikvan hatin eşkerekirin mîna golparêzê Bayern Munich ê Alman Manuel Neuer.
Golparêzê Arsenalê yê Spanyayî David Raya, stêrkê Paris Saint-Germain a Gurcî Khvica Kvaratskhelia û êrîşkarê Atletico Madrid ê Arjantînî Julian Alvarez.
Manuel Neuer, piştî performansa xwe ya berbiçav di maça taxima xwe Bayern Munich li dijî Real Madrid de, wekî baştirîn lîstikvan hat tacîdarkirin.
David Raya ku bi awayekî bêhempa, gol avêtibû û tîma xwe Arsenal, li hemberî Sporting Lisbonê bi 1-0 ber bi serkeftinê ve bir.
Lîstikvanê Paris Saint-Germain Khvica Kvaratskhelia, piştî ku ji bo tîma xwe li hemberî mêvanê wan ê Îngilîzî Liverpool golek pir xweş avêt, di rêza 3'emîn de cih girt.
Julian Alvarez, di rêza 4'emîn de hat û wî ji bo tîma xwe Atletico Madrid li dijî Barcelonayê bi avêtineke bêkêmasî ji lêdaneke serbest golek pir xweş avêtibû.