Di çaryekfînala US Open de Carlos Alkaraz rûbirûyî Ben Shelto bû.
Ben Shelto bi encama 6-7, 6-1, 6-3, 1-6 û 7-6 Alkaraz têk bir û cihê xwe di nîffînalê de misoger kir.
Shelton behsa lîstikvanê ku 7 caran şampiyonî bi dest xistiye kir û got:
"Carlos ji xwe yek ji mezintirîn şampiyonên werzîşa me ye. Rûbirûbûna wî her tim kêfxwşiyeke."
Frances Tiafoe li hemberî Alex Michelsen di çaryekfînalê de bi ser ket
Di heman çarçoveyê de, lîstikvanê Amerîkî Frances Tiafoe hemwelatiyê xwe Alex Michelsen têk bir û cih di nîvfînala US Open de girt.
Her wiha di nîvfînalê de jî, Frances Tiafoe dê bi hevwelatiyê xwe Ben Shelto re rû bi rû bimîne ku wê 11 îlonê bê lîstin.