Kenyayê mirina duyem a bi vîrûsa Ebolayê ragihand

Li Kenyayê mirina duyem ji ber vîrûsa Ebolayê hat ragihand ku ji xizmeke nêzî nexweşê yekem e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Tendirustiyê ya Kenyayê mirina duyem a bi vîrûsa Ebolayê ragihand ku ew jineke 65 salî bû û li cem 8 kesên din jî ev vîrûs hatiye tespîtkirin.

Cara yekem e ev vîrûs li cem zilamekî ku li Kongoyê dijî derketiye û dema derbasî Kenyayê dibe, li wir hatiye tespît kirin.

Her wiha Amerîka jî roja pêncşemê diyar kiribû ku rêwiyên di sê hefteyên beriya rêwîtiya xwe de li Kongoyê bûn, dê destûr neyê dan ku li balafirên ber bi cihên Amerîkî ve siwar bibin.

Vîrûsa Ebolayê bi têkiliya rasterast a bi şilavên laşê kesekî nexweş re, di nav de xwîn û vereşîn, an jî bi têkiliya bi amûran û rûberên qirêjkirî re, weke nivîn û cil û bergan, belav dibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye