Pakistan: Tevî nebûna rêkeftinekê jî dan û standin bi dawî nehatine

Piştî du geran ji dan û standinên bê encam ên di navbera Amerîka û Îranê de, Wezîrê Derve yê Pakistanê Îshaq Dar da zanîn ku dan û standinên aştiyê, tevî nebûna rêkeftinekê jî hîn bi dawî nehatine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî du geran ji dan û standinên Amerîka û Îranê yên bê encam, Pakistanê ku wekî navbeynkarekî tevdigere daxuyaniyek da.

Wezîrê Derve yê Pakistanê Îshaq Dar ragihand ku dan û standinên aştiyê yên di navbera Amerîka û Îranê de, tevî nebûna rêkeftinekê jî, hîn bi dawî nehatine.

Îshaq Dar eşkere kir ku Pakistan dê hewlên xwe yên navbeynkariyê di navbera Îran û Amerîkayê de bidomîne.

Di heman çarçoveyê de jî, Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf ji bernameyeke CBS re got ku dan û standinên aştiyê yên ku li paytexta Pakistanê, Îslamabadê hatine lidarxistin, niha di asteke rawestayî de ne.

Her wiha Şehbaz Şerîf da zanîn ku hewldanên dîplomatîk ji bo bidawîanîna şerê li herêmê berdewam in.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye