Di navbera Îran û DYA`yê de, alozî û nakokî berdewam dikin.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo agahdariya li ser pênc serkirdeyên payebilind ên Supaya Pasdarên Îranê 10 milyon dolar xelat danî.
Ajansa "Xelatên ji bo Edaletê" ya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, roja duşemê xelatek 10 milyon dolar ji bo agahdariya li ser fermandarê Supaya Pasdaran Ehmed Wehîdî, Serfermandarê Giştî Elî Ebdulahî, serokê îstîxbarata Pasdaran Mecîd Xademî û her wiha berpirsiyarên bernameyên hakkirina sîber û dronan ragihand.
Ev yek di demekê de tê ku Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bisent, roja duşemê planên Amerîkayê yên ji bo xeniqandina Îranê ji aliyê aborî ve eşkere kirin, ku tê de gefên cezayên duyemîn ên Amerîkayê jî hene.
Her wiha Scott Bisent hişyarî da ku welatên ku red dikin tevlî kampanyaya fişarê ya li dijî Îranê bibin dê encamên xirab li ser wan hebin.
Daxuyaniya Bisent piştî nêzîkî şeş mehan ji şerekî tê ku gihîştiye rewşeke bêçare, dan û standin rawestiyane û Îran hîn jî astengiya li ser derbasbûna keştîyan di Tengava Hurmizê re berdewam dike.
Bessent, di civîneke çapemeniyê de, wiha got:
"Armanca me li seranserî cîhanê, ew e ku em her damareke aborî ya
ku vê rêjîma otorîter li ser piyan dihêle qut bikin heta ku bi tenê bimîne.
Em ê her kesî berpirsyar bigirin û ev siyaseta xeniqandina aborî ye
ku em pê vê rêjîmê hedef digirin.
Welatên ku tev li sizayên Amerîkî nebin, wê tenêtiya Îranê parve bikin."
Scott Bisent: Hejmartina paşve niha dest pê kiriye
Her wiha Scott Bisent diyar kir ku Donald Trump bi rêberên cîhanê re di têkiliyê de ye da ku wan teşwîq bike ku dev ji dan û standinên bi Îranê re berdin û wiha lê zêde kir:
"Her saziyeke ku li ser navê Îranê şûştina pereyan hêsan bike,
dê ji sîstema dolarê Amerîkî were derxistin.
Hejmartina paşve niha dest pê kiriye."
Wezareta Xezîneyê, destnîşan kir wan biryarên ku bandorê li pênc sektorên sereke dikin ên weke, hebûnên dîjîtal, teknoloji, zêr, hewavanî û keştîvanî, girtine.
Wezaretê, zelal kir ku sizayên duyemîn ên berfireh dê van sektoran jî di nav xwe de bigirin.