Balafirgeha Xartûmê berî vekirina wê bi rojekî hat bombebarankirin

Îro li derdora balafirgeha navneteweyî ya Sûdanê û bajarê Um Derman êrişên hewayî yên bi dronan hatin kirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Ajansa AFPê diyarkir ku di saet 4 - 6 sebehê de li gorî dema herêmê, dengên dron û teqînan ji herêmên navîn û başûrê Xertûmê hatin bihîstin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku bakurê bajarê Um Derman ê naverasta Sûdanê jî ku navendên mezin ên leşkerî lê hene, bi dronan hat bombebarankirin.

Ev êrîş rojekî ji beriya ku balafirgeha navneteweyî ya Sûdanê bê vekirin pêk hat.

Heta niha ti kesî berpirsiyariya êrîşê negirtiye ser xwe û derbarê qurbanî û ziyanên madî de jî ti agahî nehatine belavkirin.

Ji destpêka şerê li Sûdanê (Nîsan 2023) balafirgeha navneteweyî ya Sûdanê hatiye girtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye