Serokê Rûsya, Vladîmîr Putin biryar da ku cîgirê wezîrê karên derve Mîxayîl Bogdanov ji kar bê dûrxistin.
Ev biryar di malpera fermî ya biryarên serokatiya Rûsyayê de hate belavkirin, lê sedemên dûrxistinê nehatine eşkerekirin.
Li gorî Ajansa TAS a Rûsyayê ev biryar li ser daxwaza Bogdanov bi xwe hatiye dayîn.
Di vê hefteyê de, ev cara duyeme ku Putin biryarên taybet bi guhertina berpirsan dide, berî 3 rojan wezîrê veguhastinê yê Rûsyayê Roman Starovoyt ku ji kar hatibû dûrxistin, pişt re kuştî hat dîtin.
Bogdanov 73 salî ye, di 2011'an de bû cîgirê wezîrê derve û di 2014'an de tevî karê xwe yê wezaretê, bû nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê ji bo karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîkayê û serperştiya têkiliyên Moskovayê bi Şamê re dikir.