Di rêwîtiya siyasî ya serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump de, di navbera salên 2024’an û 2026’an de, 4 caran hewldanên sûîkastê pêk hatin.
Rojnameya “Şerq El-Ewset”ê di raporekê de hewldanên kuştina serokê Amerîkayê wiha rêz kirin:
- Di hezîrana 2024´an de li Pennsylvania, Trump di dema mîtînga kampanyaya hilbijartinê ya li bajarê Butlerê de rastî hewldaneke kuştinê hat, li wir çekdarekî 20 salî gule berda wî, guhê wî yê çepê birîndar bûn.
- Di îlona 2024´an de li Floridayê çekdarekî li kluba Golfê ya Trump a li West Palm Beac xwe di nava daran de veşartibû û hewl dida Trump gulebaran bike.
Lê hêzên ewlehiyê ew dît, hewldan têk bir, ew girt û cezaya heta-hetayê lê birîn.
- Di sibata 2026´an de jî, li baxçeyê Mar-a-Lago yê Florîdayê ku Trump lê dimîne, êrîşkarekî hewl da Trump bikuje, lê Trump ne li wir bû û ew êrîşkar hat kuştin.
- Di nîsana 2026´an de li Washingtonê, çekdarek derbasî derdora hola şahiya nûçegihanên Koşka Spî ya li hotêla Hilton bû û hewl da êrîş bike.
Lê dezgeha xizmetê ya sirî, beriya ku ew çekdar bigihêje holê, ew girt û Trump jî veguhestin cihekî ewledar.
Ji bilî van hewldanan, Trump di salên borî de rastî hin gefên din jî hatiye.
Di nav wan de, di sala 2020ˊan de, nameyek ku madeya jehrîn “rîsîn” tê de bû ji Trump re hat şandin.
Li gel vê jî, hewldanên plankirina kuştina wî bi rêya navbeynkaran an jî di dema mîtîngên hilbijartinê de hebûn, lê piraniya wan berî pêkanînê hatin astengkirin.