Alice Ruffaut: NATO ji bo parastina Euro-Atlantîkê ye, ne ji bo Hurmizê ye

Wezîra Dewletê ya Hêzên Çekdar a Fransayê, Alice Ruffaut got ku NATO hevpeymaniyeke leşkerî ye ku ewlehiya herêma Euro-Atlantîk garantî dike û ne ji bo pêkanîna operasyonên li Tengava Hurmizê ye ku ev operasyan qanûna navneteweyî bin pê dike, û ji bo vê operasyonê nehatiye damezrandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî Reutersê, Wezîra Dewletê ya Hêzên Çekdar a Fransayê Alice Ruffaut di konferansa "Şer û Aştî" de li Parîsê got: "Ka ez bînim bîra we NATO çi ye.

Ew hevpeymaniyeke leşkerî ye ku bi ewlehiya herêma Euro-Atlantîkê re Têkildar e. Ew ji bo pêkanîna operasyonên li Tengava Hurmizê nehatiye erkdarkirin, ji ber ku ev yek binpêkirina qanûna navneteweyî ye."

Piştî ku hevalbendan piştgirî nedan çalakiya leşkerî ya Amerîkayê li dijî Îranê, ev bertek derketin.

Trump: Ez bi cidî vekişîna DYA'yê ji NATO'yê difikirim

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvînekê de bi rojnameya Brîtanî The Daily Telegraph re got ku ew bi cidî li ser vekişîna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji NATOyê difikire.

Dema ku rojnameyê ji Trump pirsî, gelo ew ê piştî şer endametiya Amerîkayê di NATOyê de ji nû ve binirxîne, Trump got: "Erê, ez dibêjim ku mijarê, qonaxa ji nû ve lênirînê derbas kiriye.

Min qet rojekê bi NATOyê bawer nedikir. Min her gav dizanibû ku ew pilingên kaxezî ne û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî vê yekê dizane."

Keir Starmer: Em pabendî NATO'yê ne

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer hevpeyman parast, û piştî rexneyên Trump, ew wekî "hevpeymaniya leşkerî ya herî bibandor a ku cîhanê heya niha nas kiriye" bi nav kir.

Starmer di civîneke çapemeniyê de li Downing Streetê got: "NATO’yê bi dehê salan ewlehiya me garantî kiriye, û em bi tevahî pabendî wê ne."

Starmer ragihand ku wê Brîtanya vê hefteyê mazûvaniya civîneke navneteweyî bike û dê zêdetirî 30 welat tê de beşdar bibin, da ku li ser rêbazên sererastkirin û misogerkirina ewlehiya keştîvaniyê li Tengava Hurmizê nîqaş bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye