Di êrîşa Ûkraynayê ya li ser Rûsyayê de kesek hat kuştin

Êrîşên di navbera Rûsya û Ûkraynayê berdewamin. Di êrîşeke Ûkranyayê ya li ser Rûsyayê de, kesek hat kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûne. Di bersivê de jî, Rûsyayê bi mûşek û dronan êrîşî Kîevê kir. Di encama van êrîşan de, herî kêm 17 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn. Ji bo xurtkirina şiyana parastinê ya Kîevê jî, Zelensky ji Amerîkayê, destûra çêkirina mûşekên "Patriot" xwest.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dîsa şer di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de dijwar bûye.

Parêzgarê herêma Nizhny a Rûsyayê Gleb Nikitin îro got ku di êrîşa dronî ya Ûkraynayê de kesek hat kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûne.

Wî zêde kir ku êrîşê ziyan da dezgeheke pîşesaziyê.

Li vê herêmê parzûngeha petrolê ya Norsi heye ku yek ji mezintirîn parzûngehên Rûsyayê ye.

Rûsyayê bi mûşek û dronan li Kîevê xist

Ji aliyekî din ve, êrîşên dijwar ên mûşek û dronan ên Rûsyayê Kîeva paytexta Ûkraynayê hejand.

Her wiha hêza hewayî ya Ûkraynayê ragihand ku Rûsyayê di şevê de 74 mûşek û 496 dron ber bi Ûkraynayê ve avêtine.

Hêza Ûkraynayê zêde kir ku yekîneyên parastina hewayî 48 mûşek û 476 dron anîne xwarê, lê mûşek û dronên din 33 cih armanc kirin.

Di êrîşa li ser Kîevê de 10 kes hatin kuştin 

Di encama van êrîşan de, herî kêm 17 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

Li navend û rojhilatê Kîevê dengê 12 teqînan hat bihîstin.

Xelk bi lez û bez ber bi stasyonên metroyê ve reviyan, da ku xwe biparêzin.

Şaredarê Kîevê li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyek belav kir.

Şaredar diyar kir ku Kîev di bin êrîşa mûşekên balîstîk û dronan de ye û got ku dengê teqînan li seranserê bajêr tê bihîstin.

Di encama êrîşê de ziyan gihîşt 5 navçeyên herêmê 

Parêzgarê Herêma Kîevê jî ragihand ku êrîşan ziyan gihandiye 5 navçeyên herêmê û got:

“Êrîşeke berfireh bi dron, mûşekên balîstîk û mûşekên Kruzê hatiye kirin."

Wekî tê zanîn, di van demên dawî de, Ûkraynayê jî êrîşên dronên dûravêj ên li nav xaka Rûsyayê dijwartir kiriye.

Beriya niha jî, Ûkraynayê raghandibû ku armanca wê ew e ku li sektora enerjiyê û jêrxaneya leşkerî ya Rûsyayê bide.

Piştî şeva giran a di navbera Rûsya û Ûkraynayê de, serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky ji Amerîkayê dana destûrê ji bo çêkirina mûşekên "Patriot" xwest.

Karbidestekî Amerîkî ji AFP re piştrast kir ku Serok Donald Trump dixwaze lihevkirinekê bike ji bo bidawîanîna şerê li Ukraynayê, piştî êrîşa mezin a Rûsyayê li ser Kîevê ku herî kêm 21 kes kuştin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye