Li Awistralyayê otomobîl çû nav girseya gel: 10 Kes birîndar bûn

Li bakurê bajarê Sydney yê Awistralyayê, otomobîlek çû nav girseyek ji alîgirên werzişa ragbiyê; di bûyerê de herî kêm 9 kes birîndar bûn ku rewşa hinek ji wan giran e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî nûçeyên ku ji aliyê ajansa "Associated Press" û medya herêmî ve hatine ragihandin, bûyer li herêmek qerebalîg ku alîgirên ragbiyê lê civiyabûn qewimiye.

Piştî rûdana qezayê, tîmên polîs û tendurustiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û rê ji bo her du aliyan hat girtin.

Rewşa zarokek şîrmij giran e

Di zanyariyên destpêkê de hat diyarkirin ku 10 kes birîndar bûne. Tê destnîşankirin ku di nav birîndaran de zarokeke şîrmij û zilamek hene ku rewşa wan a tendurustiyê pir giran e. Heya niha polîsan daxuyaniyeke teqez li ser hejmara dawî ya birîndaran û rewşa wan a giştî belav nekiriye.

Gumanên terorê nînin

Şaredarê Newcastle, Gavin Morris, li ser mijarê daxuyaniyek da û da zanîn ku li gorî zanyariyên destpêkê, şofêrê otomobîlê bixwe jî alîgirekî tîmê bûye û kontrola wesayîta xwe winda kiriye. Morris tekez kir ku ti nîşaneyên destpêkê yên ku nîşan bidin ev bûyer çalakiyeke terorîstî ye, tune ne.

Ji bo rizgarkirin û alîkariya birîndaran, dezgehên hawarçûnê 10 ambûlans û 3 balafirên ambûlansê şandin cihê rûdanê. Ji ber girtina rê, otobûsa tîmê werzişê jî neçar ma ku rêgeha xwe biguhere.

Lêkolînên berfireh yên polîsan ji bo zelalkirina sedemên windakirina kontrola wesayîtê berdewam dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye