Di navbera Îran û Amerîkayê de dan û standinên nerasterast berdewam dikin

Di nava danûstendinên nerasterast ên di navbera Washington û Tehranê de, gefên êrîşan jî berdewam dikin. Donald Trump ragihand ku wan biryar dabû êrîşî Îranê bikin, lê li ser daxwazên dewletên Kendavê, ev êrîş taloq kir. Li hember vê gefa Turmp, Îranê jî diyar kir ku divê Amerîka şaştiyeke wisa neke.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê derbasî qonaxeke nû ya krîzê bûye.

Ev demeke Hevdîtinên nerasterast û muzakereyên ku li ser agirbesta, vekirina Tengava Hurmizê û bernameya nukleerî ya Îranê dihatin meşandin, bi temamî xetimîne.

Herî dawiyê Donald Trump gefên ji nû ve destpêkirna şer li dijî Îranê xwar.

Ev çend roj in her du aliyan bi rêya Pakistana navbênkar, daxwazên ji bo rawestandina şer ji hev re pêşkêş dikin.

Washington: Divê tengava Hurmizê li gorî şertên Amerîkayê vebe

Daxwazên sereke yên Washingtonê ev bûn :

"Îran beriya her tiştî dev ji bernameya nukleerî berde. Tengava Hurmizê li gorî şertên Amerîkayê veke."

Îran: Divê destpêkê şerê li herêmê bi dawî bibe

Li hemberî zexta aborî û deryayî jî,Tehran daxwazên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê  red kir.

Li gorî zanyariyan, Îranê di rojên dawî de pêşniyareke nû gihandiye Washingtonê hin daxwazên di vê pêşniyarê de ev bûn:

"Di qonaxa yekem de Tengava Hurmizê ji nû ve ji trafîka deryayî re bê vekirin û şerê li herêmê bi dawî bibe.

Muzakereyên li ser bernameya nukleerî û daxwazên din ên DYAyê dikarin di qonaxeke pêşerojê de werin destgirtin."

Lê belê ev pêşniyara Îranê, ji aliyê rêveberiya Dewetên Yekbûyî yên Amerîkayê ve, wekî “pêşniyareke ku di bin xetên wan yên sor de dimîne” hat dîtin û hat redkirin.

Li gorî agahiyên ragihandina Amarîkayê, Serokê DYAyê Donald Trump roja duşemê bi rojeva Îranê “civîneke krîzê” pêk aniye.

Piştî ku DYA pêşniyara nû ya Îranê red kir û Trump biryara civîna krîzê da, ji aliyê Tehranê ve bersiveke tund û rasterast hat.

Eraqçî: Amerîkayê bi daxwazên xwe pêvajoya muzakereyê xitimandiye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Araqçî, têkçûn û bêencammayîna hevdîtinên li Pakistanê bi temamî xist stûyê Amerîkayê û got:

"Rêveberiya Amerîkayê bi “daxwazên xwe yên zêde û ji sînor derketî û pêvajoya muzakereyê xetimandiye.

Ewlehiya li Tengava Hurmizê giringiyeke gerdûnî ye."

Îran bi vê peyamê, bi eşkereyî Amerîka û civaka navneteweyî hişyar dike ku we krîza li Kendavê wê bandoreke wêranker li ser bazirganiya deryayî û krîza enerjiya cîhanî bike.

Trump: Êrîşên me yên roja sêşemê li ser Îranê hatin taloqkirin

Îro jî, Trump di daxuyaniyeke ragihand ku êrîşa ku biryar bû roja sêşemê li dijî Îranê pêk were hate taloqkirin û ev peyam da:

"Êrîşa me ya li ser Îranê ji bo roja sêşemê hatibû plankirin.

Lê rêberên Erebistana Siûdî, Qeter û Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî ji bo lihevkirineke bi rêya diplomasiyê  ji Washingtonê xwestine ku êrîşê paş bixe.

Me jî li ser daxwaza wan ev êrîşên xwe bi paş xistin."

Îran: Divê DYA'yê ji şaştîyan dûr bisekine

Di heman çarçoveyê de jî, Fermandarê baregeha Navendî ya Xetam el-Enbiya, Elî Ebdullah Elîabadî, hişyarî da DYA`yê û hevalbendên wê û wiha da zanîn:

"Hêzên çekdar ên Îranê di rewşa hişyariya bilind de ne û dikarin bersiva her cûreyên êrîşan bidin. Divê Dewletên Yekbûyî û hevalbendên wê ji her şaştîre an hesabên xelet dûr bisekinin."

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye