Piştî êrîşên li ser Îranê trafîka hewayî tevli hev bûye

Amerîka û Îsraîlê şeva borî êrîşî Îranê kirin. Di encamê de, tevgera balafirên hewayî yên sivîl li Rojhilata Navîn hat rawistandin. Ev yek dihêle bi sedhezaran sivîl li seranserî cîhanê asê bimînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh, Amerîka û Îsraîlê êrîşî Îranê kirin û Îranê jî bersîva vê yekê bi mûşekan da.

Ev yek bû sedem ku tevgera  hewayî ya sivîl tevlihev bibe.

Piştî vê bûyerê yekser şîrketên hewayî geştên xwe yên li seranserî Rojhilata Navîn rawestandin.

Di nava van de, Balafirgeha Navneteweyî ya Dubayê jî heye.

 

Balafirgeha Navneteweyi ya Dubayî salê 100 mîlyon rêwî pêşwazî dike

 

Balafirgeha Dubayî yek ji balafirgeha herî qerebalix a cîhanê ye.

Vê balafirgehê di sala borî de, nêzîkî 100 mîlyon rêwî pêşwazî kiribû.

Balafirgeha Navneteweyî ya Dubayê, ku rojane zêdetirî hezar geştan pêşwazî dike.

Di êrîşa Îranê ya şeva borî de, rastî êrîşan hatibû û zirar dîtibû.

Her wiha Balafirgehên Navneteweyî yên Ebû Dabî û Kuweytê jî rastî êrîşê hatibûn.

Nexşeyên firînê nîşan didan ku qada hewayî ya li ser Îran, Iraq, Kuweyt, Îsraîl û Behrêynê hema hema vala bû.

Çavkaniyekê ji sektora hewavaniya Kendavê got: 

"Li çaraliyê cîhanê ekîb, balafir û rêwî asê mane. Ev kabûsek lojîstîkî ya mezin e."

Balafirgehên Dubayê ragihandin ku hemû geştên li Balafirgeha Navneteweyî ya Dubayê û Balafirgeha Navneteweyî ya Al Maktoum a biçûktir, heta agahdariyeke din hatine rawestandin.

Her wiha ji rêwiyan xwestin ku seferê nekin.

Analîstek hewavaniyê yê li Brîtanyayê John Strickland (Jon stryîklanda)got:

"Bi sed hezaran kes dê xwe li deverên ne guncaw ên cîhanê asê bibînin bêyî ku bizanin kengî dê vegerin.

Ev pirsgirêkek piralî ye. Pirsgirêka tiştê ku îro diqewime û bandora wê ya demdirêj heye."

 

Rûsya û Awusturalyayê tevgera balafiran ên ji bo Îranê rawestandin

 

Her wekî din jî, Wezareta veguhastinê ya Rûsyayê roja Şemiyê ragihand ku şîrketên xetên hewayî yên Rûsyayê geştên xwe yên bo Îran û Îsraîlê rawestandine.

Wezîra Derve ya Awusturalyayê Penny Wang(Benî wanj) da xuyakirin ku Awusturalyayê ji welatiyên xwe xwestiye ku ji ber êrîşên leşkerî neçin Îsraîl, Lubnan, Îmaratên Erebî yên Yekbûyî, Qeter, Kuweyt û Behrêynê.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye