Dewleta Îranê di ezmûneke dijwar re derbas dibe

Rêberê Bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî di êrîşên asmanî yên ji aliyê DYA û Îsraîlê de hate kuştin. Ev bûyer, dikare berdewamiya desthilatdariya teokratîk li Komara Îslamî bixe xeterê. Ji bo wê em bi hev re nas bikin ka pergala hikûmetê li wir çawa tê birêvebirin, çawa serokê bilind ê nû tê hilbijartin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro hate ragihandin ku Rêberê Bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî, di êrîşên asmanî yên ji aliyê DYA û Îsraîlê ve hatine kirin de, hatiye kuştin.

 

Li gorî komara Îranê ev bûyer, dikare berdewamiya desthilatdariya teokratîk li Komara Îslamî bixe xeterê.

 

Ji ber aloziyên rejîma desthilatdar a Îranê, xwezaya îdeolojîk a bingeha wê ya gelêrî û hêza Pasdarên Şoreşê, dijwar e ku mirov pêşbînî bike ka ew ê heya kîjan astê, li hemberî her êrîşeke derveyî li ber xwe bide.

 

Kî dikare şûna Xameneyî bigire?

 

Li gorî sîstema Welayet-i Feqîh (Wesayeta Fiqih a Hiqûqnasê Îslamî) ya Îranê, divê serokê bilind kesekî olî be.

 

Di bin desthilatdariya Xameneyî û damezrînerê Komara Îslamî Ayetullah Rûhullah Xumeynî de, gotina Rêberê Bilind di hemû karûbarên dewletê de ya dawî bû.

 

Xameneyî, gelek caran bandora xwe bi rêya şêwirmendên xwe yên nêzîk bi kar dianî.

 

Lê piştî êrîşên roja şemiyê, ne diyar e ka çend kesayetên navdar sax mane.

 

Xameneyî yê 86 salî, qet bi eşkereyî ti carî negotiye kî wê şûna wî bigire.

 

Kurê wî, Mocteba Xameneyî, carinan wekî namzetek muhtemel dihat dîtin, lê çarenûsa wî jî ne diyar e.

 

Gelo Rejîma Olî li Îranê wê berdewam bike?

 

Elîtên olî yên Îranê, saziyên bi hêz kontrol dikin ku bandora wan li ser hemû aliyên sîstema siyasî heye.

 

Meclîsa Pisporan ji rayedarên olî yên payebilind (Ayatullah) berpirsiyar e ji bo destnîşankirina Serokê Bilind ku her 8 salan carekê têne hilbijartinan çêdikin.

 

Li gorî destûrê ev meclîs dikare serokê bilind ji kar dûr bixe, lê ev yek ti carî çênebûye.

 

Encûmena Parêzvanan, ku nîvê endamên wê ji aliyê Rêberê Bilind û nîvê din jî ji aliyê serokê dadweriyê ve tên tayînkirin, dikare desthilata xwe ya vetoyê bikar bîne da ku qanûnên ku ji aliyê parlamentoyê ve têne pejirandin asteng bike û namzedan ji hilbijartinan dûr bixe.

 

Konseya Tesbîtkirina Berjewendiyê jî heye ku dezgeheke din a olî ye,  endamên wê ji aliyê Xameneyî ve dihatin tayînkirin.

 

Berpirsiyarê vê konseyê çareserkirina nakokiyên di navbera parlementoya hilbijartî û Konseya Parêzvanan de ye.

 

Dadwerên li Îranê jî mêrên olî ne û Xameneyî serokê dadweriyê tayîn dikir.

 

Hêza Supaya Pasdarên Îranê çiqas e?

 

Supayê Pasdarên Îranê fermanên xwe rasterast ji Rêberê Bilind werdigirin.

 

Pasdarên Îranê demeke kurt piştî Şoreşa Îslamî hatin damezrandin.

 

Rola wê di parastina rejîma Îslamî de di şerê 1980-1988´an de bi Îraqê re pir berfireh bû.

 

Niha ew hêza herî xurt li Îranê ye.

 

Ji ber ku Supayê Pasdarên Îranê di dehsalên borî de, bandora xwe di warên siyasî û aborî de berfireh kiriye, hem li hundir û hem jî li derveyî welêt bûye hêza herî xurt.

 

Ji destpêka sedsala 21´an vir ve, hêza aborî ya Supayê Pasdarên Îranê  mezin bûye, şîrketa wê ya girêdayî, Xatam al-Enbiya bi milyaran dolar peymanên projeyan di sektora petrol û gaza Îranê de bi dest xistiye.

 

Gelo Îran demokrasî ye?

 

Îranî, ji bo çar salan serok û parlementoyê hildibijêrin.

 

Serokkomar kabîneyekê tayîn dike ku karûbarên rojane di nav sînorên ku ji hêla Rêberê Bilind ve hatine destûr kirin de birêve dibe.

 

Her çiqas fermiyetê de ev wek hêzêk xuya bike jî di esasê xwe de hêza rêveberiyê Rêberê Bilind e.

 

Lewre di rewşa heyî de, Îran dê bikaribe pergala xwe biparêzê yan na? A niha pirsa esasî ev e.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye