Di êrîşên DYA û Îsraîlê de hat ragihandin ku Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamaneyî û çend kesayetên ji malbata wî jî di nav de gelek kes hatine kuştin.
Rêberê Bilind ê Îranê ku kesayetiya herî bi bandor di sîstema siyasî ya Îranê de bû kî ye?
Elî Xamaneyî di sala 1939`an de li Meşhedê ji bavekî ji Xameneyî Azerbaycanê û dayikekî ji Necefabad Îsfahanê ji dayik bûye.
Xameneyî perwerdehiya xwe ya dibistanê li Meşhedê dest pê kiriye, ji bo demeke kurt çû Necefê û piştre xwendina xwe li dibistana Qumê domand.
Piştî perwerdehiyê têkiliya xwe bi oldaran re xurt kir û dest bi çalakiyên siyasî û olî kir û bi van çalakiyên xwe derket pêş.
Di sala 1962`an de, li Qumê tevlî kom û rêxistinên li dijî rejîmê bû.
Ew di nav van koman de çalak bû, ev yek bû sedem ku hikûmeta Îranê di navbera salên 1962 û 1975`an de şeş caran wî bigire.
Di Adara 1978`an de, hikûmeta Îranê, ew ji bo sê salan sirgûnî Îranşarê kir, lê piştî demekê serbest hate berdan û vegeriya bajarê Meşhedê da ku çalakiyên xwe yên li dijî hikûmetê bidomîne.
Piştî şoreşa 1979`an a li Îranê û vegera Xumeynî ji Parîsê, Xumeynî Mecliseke Şêwirmendiyê ava kir.
Her wiha Xamaneyî jî bû yek ji endamên vê meclisê û çalakiyên xwe di rejîma nû de zêde kir.
Piştî damezrandina Komara Îslamî, wî di gelek meqamên girîng de cih girt. Yek ji van jî serokkomarî bû ku ji 1981'an heta 1989`an ve ev erk meşand.
Di sala 1989`an de piştî mirina damezrînerê Komara Îslamî Ayetullah Ruhullah Xumeynî, Elî Xameneyî weke Rêberê Bilind ê Komara Îslamî hate hilbijartin û ev 36 sal in, Îranê bi rê ve dibe.
Desthilatdariya Xameneyî xwe dispêre çi?
Desthilatdariya Xameneyî xwe dispêre toreke saziyên siyasî, ewlehî, olî û ew wekî xwediyê gotina dawî di mijarên stratejîk de tê dîtin, nemaze siyaseta derve, bernameya nukleerî û têkiliyên bi Rojava re.
Di salên dawî de, navê Xameneyî di çarçoveya aloziyên herêmî û mijara navokî de gelek caran derketiye holê û li hemberî rejîmê çalakî hatine lidarxistin.
Di 16`ê Îlona 2022`yan de, piştî qetilkirina Jîna Emînî bi îdîaya binpêkirina rêziknameya cil û bergan, berxwedana jinan bi dirûşmeya ``Jin, Jiyan, Azadî`` li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li hemberî rejîma Xameneyî dest pê kir.
Di Hezîrana sala 2025`an de, di lûtkeya şerê 12 rojî yê bi Îsraîlê re, Xameneyî neçar ma ku xwe veşêre û piştî wê derketinên wî yên giştî rawestiyan.
Vî şerî destwerdaneke kûr a îstîxbarata Îsraîlê li Îranê eşkere kir. Her wiha di êrîşên hewayî de bû sedema mirina berpirsên ewlehiyê yên girîng.
Her wiha di dawiya sala 2025`an de, li Îranê ji ber lêçûnên bilind ên jiyanî û rewşa aborî li dijî rejîmê xwepêşandar daketin qadan, lê ev çalakî veguherî dirûşmeyên li dijî rejîmê û bi taybetî jî polîtîkayên Xameneyî.
Çalakîyan heta sala 2026`an berdewam kir û li dehan parêzgeh û bajarên Îranê belav bûn.
Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî di encama êrîşên 28`ê Sibata 2026`an ên Amerîka û Îsraîlê li ser Îranê de hat kuştin.
Bi kuştina Xamaneyî re gelek alî diyar dikin ku serdemeke nû dê dest pê bike. Lê ev serdem çawa dê teşe bigre hê jî ne diyar e.