Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin

Polîsan vê şeveqê li Amedê bi ser gelek malan de girt. Hat zanîn ku di serdagirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Amedê di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin de, di saetên serê sibê de gelek kes hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a Amedê û li vir tên ragirtin.

Sedema binçavkirinê nehat zanîn. Navê hin kesên hatine binçavkirin ev in: Sibel Kaya, Arzu Karaman, Rozerîn Kurt, Hasan Karsu, Yunus Emre Ergîn, Baran Çinar, Murat Sonmez, Mervan Konur.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye