Erdogan di berfirehiya axaftinên xwe de li ser pêvajoyê wiha tîne ziman:
"Sê roj berê, pêşnûmeqanûna di meclîsa me ya mezin de hat qebûlkirin.
Em vê weke gaveke dîrokî dibînin.
Ez spasiya her kesê ku beşdarî amadekirin û qebûlkirina pêşnûmeqanûnê bûye dikim.
Li Tirkiyeke ku siya terorê lê hatiye rakirin, em ê hêvîdar in ku di vê sedsala aştiyê de stranên nû yên biratiyê bibêjin.
Em ê, vê pirsgirêkê, ku bi deh hezaran can û 40 sal welatê me ji me re winda kiriye, bi hevkariya dewlet û milet bi awayekî mayinde çareser bikin."