Li Hewlêrê 3 dron hatin xistin

Destê sibehê bi dronan êrîşî Hewlêrê hat kirin. Hat ragihandin ku di êrîşan de ti zerer û ziyanên canî û madî çênebûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dijîterora Kurdistanê ragihand ku êrîş bi 3 dronan hatiye kirin û ti zererên canî û madî çênebûne.

Dijeterora Kurdistanê li ser dema êrîşa li Hewlêrê daxuyaniyek belav kir.

Di êrîşan de ti zerer û ziyanên canî û madî çênebûne

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Saet 02:17`an a destê sibehê bi 3 dronan êrîş hat kirin lê hemû ji aliyê Hevpeymaniyan ve hatin xistin.”

Medyayên herêmî diyar kirin ku êrîşî baregeheke Amerîkî ya nêzîkî balafirgehê hatiye kirin.

Welatiyan vîdyo û wêneyên dema êrîşê belav kirin.

Di dîmenan de xuya dibe ku paşmayên dronan li nêzîkî malan dikevin.

Di êrîşan de ti zerer û ziyanên canî û madî çênebûne.

Herêma Başûrê Kurdistanê ku ji destpêka şerê li dijî Îranê ve bûye hedef, zêdetirî 966 êrîşên hewayî lê hatine kirin.

Di êrîşan de 32 sivîl hatine kuştin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye