Siyamend Efrîn serdana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelîl duh di çarçoveya amadekariyên vegera koçberên Efrînê bo malên xwe de, serdana bajarê Efrînê kiribû. Îro jî li gel berpirsên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê serdana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Mehmûd Xelîl, li gel berpirsên hikûmeta veguhêz ya Sûriyê serdana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kir.

 

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Mehmûd Xelîl (Siyabend Efrîn) li gel Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê parêzgeha Hesekê Merwan El Elî û fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê parêzgeha Helebê Mihemed Ebdulxenî serdana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kir.

 

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelîl duh di çarçoveya amadekriyên vegera şêniyên koçberên Efrînê bo malên xwe de, serdana bajarê Efrînê kiribû.

 

Bi hezaran koçberên Efrîn, Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê û Dêrikê di stargehan de dimînin.

 

Di 6`ê Çileyê de êrîşeke berfireh li ser taxên Kurdan Şêxmqsûd û Eşrefiyê ên Helebê hat kirin.

 

Di encama şer de bi sedan kes koçber bûn.

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye