Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî dizîna zeytûnên Efrîniyan didomînin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku roja sêşemê (4 Mijdarê) berhema zeytûnan a gundê Kotana yê navçeya Bilbilê yê Efrînê hatine dizîn û çiqilên daran hatin şikandin.
Rêxistinê di daxuyaniya xwe de diyar kir, li gel wan welatiyên ku berhemên wan hatine desteserkirin û dizîn, belgeyên milkiyetê yên fermî hene, lê dîsa jî çete bê hesab pirsînê berhemên welatiyan didizin.
Girêdayî heman mijarê, serçeteyê dewleta Tirk a dagirker ê bi navê "Ebû Cuma" û "Ebdulhefîz Berekat" dest danîn ser berhemê gelek welatiyên gundê Hesendêra yê girêdayî navçeya Bilbilê.