Li gorî peymana agirbestê Hemasê heya niha cenazeyên 21 dîlên Îsraîlî radest kiriye.
Baskê leşkerî yê Hemasê, Tûgayên Îzedîn el-Qesam, duh ragihand ku wan cenazeyê dîlekî Îsraîlî, wekî beşek ji agirbesta li Xezeyê, radestî Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) kirine.
Tûgayên Îzedîn el-Qesam diyar kirin ku cenaze li taxa Şuca'iye li rojhilatê bajarê Xezeyê dîtine.
Artêşa Îsraîlê jî duh êvarê piştrast kir ku Xaça Sor, li gorî peymana agirbestê ya bi Hemasê re li Xezeyê, termê dîlgirtiyekî ji Xezeyê wergirtiye.
Di pêşketineke berê de roja sêşemê êvarê, artêşa Îsraîlê ragihand ku wan bi rêya Xaça Sor, termê dîlekî wergirtiye, ku paşê hate piştrastkirin ku yê leşkerekî Îsraîlî-Amerîkî ye.
Hemasê termên 21 dîlgirtiyan vegerandiye Îsraîlê û hîn jî termên 7 kesan digere. Ew îdia dike ku derxistina termên mayî ji bin kavilan pir dijwar e.
Di heman demê de, Nexweşxaneya Nasir li Xan Yûnis ya başûrê Xezeyê, duh ragihand ku li gorî peymana agirbesta Xezeyê cenazeyên 15 Filistîniyan wergirtine, bi vî awayî hejmara giştî ya cenazeyên Filistîniyan gihişt 285'an.
Ji bo aştiya li Xezeyê pêşnûmebiryareke Amerîkî li ber Konseya Ewlekariyê ye
Li aliyekî din jî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, duh ji bo piştgiriya plana xwe ya aştiyê ya ji bo Xezeyê pêşnûmeyek ji bo Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî pêşkêş kir.
Berdevkê mîsyonê rave kir ku Balyozê Amerîkayê Mike Waltz 10 endamên hilbijartî yên Konseyê û hevkarên herêmî (Misir, Qeter, Îmaratên Yekbûyî yên Erebî, Erebistana Siûdî û Tirkiye) civandine, da ku piştgiriya herêmî ji bo nivîsê nîşan bidin.
Li gorî biryarnameyê wê Donald Trump serokatiya Konseya Aştiyê bike, da ku hikûmeta veguhêz li Xezeyê çavdêrî bike.
Li gorî çavkaniyên dîplomatîk çend welatan, di nav de Endonezya jî, amadebûna xwe ji bo beşdarbûna di hêza îstîqrarê de nîşan dane.
Ev hêz di peymana agirbestê ya di 10'ê Cotmehê de, di navbera Îsraîl û Hemasê de, piştî şerekî 2 salan, hat nîqaşkirin.